NûçeRojhilatanavinSûriye

Berteka Sûriyê li hemberî biryarbnameya dijî Mafên Mirovan a NY

Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Bişar Ceferî got: Erebistan di cîgehekê da nine ku li bara rewşa Mafên Mirovan li Sûriyê biaxive.

Li gorî rapora SANA News`ê, Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Bişar Ceferî roja sêşemiyê got: Kiryarên taxima siûdî li warê raberkirina pêşnivîsa biryarnameya li bara rewşa Mafên Mirovan li Sûriyê bi cîgirtiya aliyê kirêgirtiyên siûdî tevgereke dijhev û ecêb e.

Bişar Ceferî destnîşan kir: Rêjîma Alê Siûd dawîn alî ye ku mafê xwe heye li bara Rewşa Mafên Mirovan ji trîbûna NY biaxive, ji ber ku Erebistana Siûdiyê karnameyeke reş ji babetên binpêkirina Mafên Mirovan li ser welatiyên xwe û welatiyên biyanî heye.

Komîteya sêyem a Komcivînan Giştî ya NY roja sêşemiyê dengê erênî da biryarnameyekê ku ji aliyê hinek ji welatên erebî û rojavayî li dijî rewşa Mafên Mirovan li Sûriyê hatibû amadekirin.

Ev biryarname ku bi 116 dengên erênî, 15 dengê nerênî û 49 dengên bêla hat pesendkirin, dewleta Sûriyê bi bêjeya nerênî ya “Rêjîma Sûriyê“ binav kiriye û ev yek tûşî rexneya dewleta Şamê bû.

Nşûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: Bikaranîna vê bêjeya nerênî bi tenê nîşan dide ku amadekirina biryarnameya dijî Sûriyê bi armancên siyasî pêk hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu