İslami Davet Kurdi Bange İslami

Berteka Sûrîyê li hemberî piştgirîyên berfire yên Tirkîyê ji têrorîstan

Serokê desteya muyzakirekir a Sûrîyê li gotûbêjên aştîya Sûrîyê li Jênêvê got: Tirkîyê 300 hezar têrorîst jibo kavilkirina Sûrîyê û kuştina gelê vî welatî şandine û Enqere çavkanîya êşên gelê Sûrîyê ye.

Beşar Ceferî di bersiva pirsa nûçegihanekî li bara hegera vî karê xwe got: Tirkîyê 300 hezar têrorîstên mirovkuj şandine Sûrîyê, têrorîstên hanê Sûrîye wêran kirin, agir berdan gund û bajaran, malbatên sûrî şewitandin.

Wî got: Tirkîyê dijberên tekfîrî li Istenbolê bicih kirine û niha jî berdêla şaşitîyên xwe li hemberî gelê Sûrîyê dide û têrorîst piştî perwerdebûna bi destê Tirkîyê,niha berbûne canê vî welatî xwe û berpirsên Tirkîyê jî nikarin wan kontrol bikin.

Qeyrana Sûrîyê ji berê zêdetir işkesta wan welatên herêmê aşkira kirîye ku ji destpêka alûgurên li herêma Rojhilata navînê bi destpêbûna dewra nû ya hişyarîya islamî û hewldana dewletên rojavayî jibo xalifandina van serhildanên gelanî, têgiheştin û sîyaseteke şaş li hemberî wan girtin ber xwe. Yek ji wan welatana Tirkîye bûye. Bi derbasbûna nêzî şeş salan ji qeyrana Sûrîyê, mirov dikare nirxandineke deqîqtir li bara sîyasetên qawetên navçê ji wan Tirkîyê raber bike.

Tirkîyê heta berî nerazîbûnên li dijî hikûmetan li welatên ereb di sala 2011`ê da, heta astekê bi sîyaseteke maqûl û istiratêjîya kêmkirina gêreyên ligel cîranan karîbû ku cîgeha xwe li navça Rojhilata Navînê û herwiha peywendîyên ligel cînaran nemaze tev Sûrîyê baştir bike. Berî sala 2011`ê gêreyên piçûk li peywendîyên Tirkîyê cîranan ji wan ligel Sûrîyê hebûn.

Eva li halekî ye ku Tirkîyê di van salê dawîyê da nemaze bi destpêbûna qeyranê li Sûrîyê, sîyaseta kêmkirina gêreyên ligel cîranan di piratîkê da guherte ser sîyaseteke neberaqil û gêreafirandinê û destwerdana li devera Rojhilata Navînê. Di vê çaçrovê da ji sala 2011`ê va, Tirkîyê bi sîayseteke hevdengê Erebistana Siûdî û zilhêzên rojavayî ji wan Amerîka, Fransa û Ingilîsê, sîyaseta rûxandina dewleta Bişar Esed li Sûrîyê da ber xwe. Di vê çarçovê da Tirkîyê bi caran mazûvanîya civînên neyarên pergala Sûrîyê kir. Enqerê herwiha sînorên xwe ser têrorîstan da vekir ta ku ew ligel sîlehên xwe derbas Sûrîyê bibin.

Tirkîye dîsan jî nesekinî û serwerîya Sûrîyê binpê kir, bi vî awayî ku di 24`ê Tebaxa sala buhurî da opêrasyona Mertala Firatê bi heceta paqijkirina sînorên Sûrîyê ligel xwe ji têrorîstan ket nav axa Sûrîyê, bêyî ku jibo bicihkirina hêzên xwe rêketinameyekê ligel dewleta Sûrîyê wajo bike û berpirsên sûrî jî daxwazeke wiha ji dewleta Tirkîyê nekirine.

Bi her awayî kiryarên berovajî hev û nezelal ên Tirkîyê li qada sîyaseta derve û têkilîyên aşkira û nihênî yên Enqerê ligel komên têrorîst ji wan DAIŞ`ê ku nûçeyên vê yekê bi berdewamî tên weşandinê, bûne sedema şik û gumanên cidî li bara idiayên Tirkîyê têkildarî têkoşîna li hemberî DAIŞ`ê. Di encama sîyasetên Tirkîyê li hemberî qeyrana Sûrîyê da, netenê Esed ji desthilatê nehatîye wêdabirinê, belkî pergala ewlehîyê ya Tirkîyê xwe jî sist bûye û êrişên têrorîstî roj bi rojê li nav Tirkîyê berfire dibin û vê yekê jî derbeyeke giran li aborîya Tirkîyê nemaze pêşeya tûrîsmê xistîye. Macerahzîyên rêvebirên Tirkîyê û durişmên wan têkildarî pêkanîna aramî û istiqrarê li deverê û têkoşîna dijî têrorîsmê lihev nayên û sîyaseta derve ya niha ya Enqerê, bûye sedema dijwarbûna gêreyê li navça aloz a Rojhilata navînê ku vê yekê pêsîra Enqerê jî girtîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version