Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê wekî berteka li hember daxûyaniya dawiyê ya sefera paşayê Erebistanê bo Kuwalalampûrê got: Em li bendê ne dewleta Malizyayê nekeve nav meselên ku ji hêla derûdorên tam gumanbar û jibo lawazkirina cîhana îslamê tên hilêxistin û weşandin.
Li gorî rapora Pars Todayê, Behram Qasimî, roja pênşemiyê îdia û xeysalên li bara mudaxila Îranê li karûbarên welatên navçê li nav daxûyaniya dawiyê ya sefera paşayê siûdî bo Kuwalalampûrê pûç dan zanîn û ew dewama hewldanên derew û plankirî yên Erebistanê dan zanîn.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got : Nifûz û bandora çandî ya welatekî vedigere dîrok, çand, zengînî û kevnariya medeniyeta wî û tişteke zatî, çandî û tam normal û gelanî ye û bi tu amûreke eskerî û aborî û heta siyasî bidest nakeve.
Qasimî tekez kir: Siyaseta bingehîn a Îranê wekî welatekî bibandor û aşitîxwaz, ser bingeha parastina hurmeta dualî û mudaxilenekirina li karûbarên welatên din û şopandina siyaseta cînaretiyê û hevkariya tev welatên cînar û welatên navçê û cîhanê jibo xurtkirina aramî, ewlehî û aşitiyê û rawestana li hember terorîzmê bûye û yê berdewam be jî.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha diyar kir: Bêguman reftara kirêt a dewleta Malizyayê li şopandina van cure mijarên derew û pûç, komploya derûdorên siyonîst ye ku armanca wê derbelêdana li yekitiya cîhana Îslamê ye û eva qet destekê nade pêvajoya ber bi pêş a peywendiyên Îran û Malizyayê.
Qasimî destnîşan kir:Şîreta ji dil û can a Îranê li hemî welatên îslamî ji wan Malziyê ew e ku bi hişyarî û bi hûrî û kûrî rewşa navçê û cîhanê hilkolînin û nekevin nav behsên ku li dijî xala dostî û peywendiyên biaşitî yên her du welatan in.
Erebistan û Malizyayê di dawiya sefera melik Selman bo vî welatî daxûyaniyeke hevpar dan û têde li dijî Îranê tawanên pûç hilêxistin û Tehran bi mudaxila li karûbarên navxweyî yên welatên navçê tawanbar kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)