NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi hezaran zarokên mûsilî zivirîn dibistanên xwe

Sandiqa Zarokan a Rêxistîya Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) ragihand ku bi dû azadkirina tam a rojhilata Mûsilê û vebûna medreseyên vê deverê, bi hezaran xwendekarên iraqî zivirîn polên xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, Sandiqa Zarokan a Rêxistîya Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) îro bi daxûyanîyekê ragihand ku bi dû kêmbûna pevçûnan 30 medrese roja yekşemê bi alîkarîya UNICEF`ê li rojhilata Mûsilê hatin vekirinê û zêde ji 16 hezar zarok dikarin herin polên xwe.

Li gorî gotina Pîtêr Hakînz nunerê UNICEF`ê li Iraqê, piştî kawûsa êrişa DAIŞ`ê mideha 2 salên bihurî da, niha demeke girîng jibo zarokên Mûsilê ye ku careka din hêvîya pêşerojeke geş a perwerdê destpê bikin.

Ji hêla din va, li gorî daxuyaniya Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî  Stephane Dujarric ragihand ku 161 hezar kes ji ber operasyona bajarê Mûsilê neçar mabûn ku terka malên xwe bidin.

Stephane Dujarric di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku Neteweyên Yekbûyî xebatên alîkariya însanî bo kesên ku ji cih û warên xwe bûne berdewam e.

Ji aliyê din ve Wezareta Parastinê ya Iraqê çend roj berê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku rojhilatê Mûsilê bi tevahî ji destê têrorîstên DAIŞ`ê hat azadkirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu