EwropaNûçe

Balyozê Îngilistanê yê YE dev ji erka xwe berda

Dema ku Îngilistan ji Yekîtiya Ewropayê (YE) cuda bibe nêzîk dibe lê di vê pêvajoyê de Balyozê Îngiltere yê YE Sir Ivan Rogers bi awayekî suprîz dev ji erka xwe berda.

Dihat payîn ku Rogers ê ku di sala 2013an de ji aliyê Serokwezîrê berê David Cameron ve hatibû peywirdarkirin, di pêvajoya Brexitê de roleke girîng bilîsta.

Wezareta Karên Derve ya Îngilistan  heta niha di derbarê îstifaya Rogers de tu şîrove nekiriye. Dihat plankirin ku Rogers heta dawiya sala 2017an li ser peywirê bimîne. Parlamenterê Partiya Karkeran Hilary Benn diyar kir ku îstifa di demeke ‘krîtîk’ de hat dayîn û ji hikumetê xwest ku tavilê navekî nû hilbijêre.

Brexitê medyaya civakî hejand Rogers çend hefte berê gotibû piştî Brexitê peymaneke bazirganî ya bi YE re dibe ku bi qasî 10 salan bidome û li beramberî vê yekê jî dibe ku danîna peymanê bisernekeve. Rogers ji bo wezîran anîbû ziman ku peymana bazirganiyê dibe ku heta destpêka salên 2020an an jî neyê danîn û peymana were danîn jî dibe ku ji aliyê parlamentoyên endam ên YE ve were redkirin. Ofîsa Serokwezîriyê jî diyar kiribû him Mîrnişîniya Brîtanyayê him jî Yekîtiya Ewropayê bawer dikin ku wê karibin peymaneke guncaw deynin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu