EfrîqaÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Berteka wezareta karên derve ya Îranê li hember kuştina tazîdarên li Nîcêriyê

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, bal kişand ser êrişa ser tazîdarên mezhebî li bajarê Kanwêy a Nîcêriyê û destnîşan kir: Dubarebûna kuştina bêrehmane ya misilmanan li civakekî aştiyane ya mezhebî û dûrî her cure gef û şidetê, mirov nîgeran dike û nayê qebûlkirin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, ji rayedarên Nîcêriyê xwest zêdetir li hember sedem û hegerên şidet û cidatiyê û kiryarên cidî yên jibo pêşîlêgirtina ji dubarebûna cinayetên wiha, hişmend û agehdar bin. Şîeyên Nîcêriyê, duh duşemiyê, li halekê ku rêûrisma sembolîk a meşa Erbeîna Hisênî (s) ya ji Kanoyê ber bi Kadonayê, bi rê ve dibirin, ketin ber êrişa artêşa Nîcêriyê.

Di encama vê êrişê de, herîkêm, sed kes şehîd bûn û bi sedan kesên din jî birîndar bûn. Ev êrişa li halekê cih hat ku Komîsyona Îslamî ya  Mafên Mirovan ku li London`ê ye, ji dewleta Nîcêriyê xwestiye ku ewlehiya misilmanan li dema Erbeîna Hisênî dabîn bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu