Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, bal kişand ser êrişa ser tazîdarên mezhebî li bajarê Kanwêy a Nîcêriyê û destnîşan kir: Dubarebûna kuştina bêrehmane ya misilmanan li civakekî aştiyane ya mezhebî û dûrî her cure gef û şidetê, mirov nîgeran dike û nayê qebûlkirin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, ji rayedarên Nîcêriyê xwest zêdetir li hember sedem û hegerên şidet û cidatiyê û kiryarên cidî yên jibo pêşîlêgirtina ji dubarebûna cinayetên wiha, hişmend û agehdar bin. Şîeyên Nîcêriyê, duh duşemiyê, li halekê ku rêûrisma sembolîk a meşa Erbeîna Hisênî (s) ya ji Kanoyê ber bi Kadonayê, bi rê ve dibirin, ketin ber êrişa artêşa Nîcêriyê.
Di encama vê êrişê de, herîkêm, sed kes şehîd bûn û bi sedan kesên din jî birîndar bûn. Ev êrişa li halekê cih hat ku Komîsyona Îslamî ya Mafên Mirovan ku li London`ê ye, ji dewleta Nîcêriyê xwestiye ku ewlehiya misilmanan li dema Erbeîna Hisênî dabîn bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)