BehreynÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Wezareta Karên Derve ya Îranê li hemberî dew û dozên pûç ên Behrêynê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê, li hemberî dew û dozên bûç û rizî yên Behreynê li dijî Îranê, bertek nîşan da.

Behram Qasimî, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro bi daxûyanîyekê bal kişand ser daxûyanîya Wezareta Karên Hundur a Behrêynê ku Têhran li warê têkilîya bi çend kesên ku li Behreynê hatine girtinê ra tawanbar kirîye û ev yeka babetek berdewam, derew, bê bingeh û şêwazek kevin û rizî bi nav kir.

Qasimî ji dewleta Behreynê xwest ku dewsa buxtanên dubarekirî û pûç û helwestên bêencam, ji bêencamiya vê şêwazê ibretê wergire û bala xwe bide ser çareserkirina bingehîn a pirsgirêkên navxweyî yên vî welatî.

Wezareta Karên Hundur a Behreynê, careka din bi hilêxistina dew û dozên pûç û rizî, Komara Islamî ya Îranê li warê destwerdana li karên navxweyî yên wî welatî tawanbar kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu