ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Wezareta Karên Derve ya Îranê li hemberî gotinên serokê Yekitiya Ereban

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Behram Qasimî, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê,wek berteka li hemberî gotinên nekêrhatî yên Ehmed Ebûxêyz serokê giştî yê Yekitîya Ereban li bara Îranê, temî da wî ta ku karnama rabhorîya vê yêketîyê zêdetir hilkole û li bara pirsgirêkên cehana islamê û deverê welatên din tawanbar neke.

Behram Qasimî, her wiha got: Li halekî ku Yekitîya Ereban li gorî menşûra xwe divê bi rîyên aştîyane alîkarîyê bide çareserkirina qeyrana navbera endamên xwe, piştgirî daye êrişa serbazî ser welatekî ereb û destdirêjî û birakujî piştrast kirîye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêkutî kir ku,dubarekirina helwestên bêbingeh û bikîn rastîyên heyî naguherîne û pêwîst e ku ometa islamê bala xwe bide ser xetera hevpar a dijî cehana islamê û komên têrorîst. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu