EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka wezareta karên derve ya Îranê li hemberî gotinên wezîrê karên derve yê Fransayê

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro wekî berteka li hemberî gotinên wezîrê karên derve yê Fransayê li civîna vê dawîyê ya Konseya Ewlehîya NY têkildarî Sûrîyê, herviha got: Her kes baş dizane ku Fransa yek ji wan welatan e ku bi syasetên çewt bûye sedema qeyrana niha û aloztirbûna rewşa dilgirankir û giran a niha li Sûrîyê û gotinên vê dawîyê yên wezîrê karên derve yê Fransayê ne li gorî rastîyan û dûrî çaverêtîyê ne.

Behram Qasimî herviha pêkutî kir ku nifûz û bandora meinewî ya Îranê li welatên navçê jibo têkoşîna dijî wan têrorîstan tê bikaranîn ku hin welatên rojavayî nemaze Fransa cinayetên wan baş nas dike.

Qasimî pêkutî kir ku welatên rojavayî bi têgiheştina vê mijarê nabe ji Îranê bixwazin ku vê nifûz û bandorê li dijî têkoşerên refa pêşîn a sekinîna li hemberî têrorîsmê li cehanê bi kar bîne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herviha got: Wezîrê karên derve yê Fransayê heke dîroka alûgurên çend dehsalîyên vê dawîyê yên navçê nemaze rola hin rayedarên demê yên Parîsê li warê piştgirîya ji cinayetkarên wek Sedam û çekdarkirina rêjîma êrişker a wî li şerê sepandî ser Îranê da û dagirkirina Kuweytê, yê dîmeneke zelal ji cinayetên cengê û piştgirên îroyîn ên têrorîstan û şîdetxwazan li navçe û cehanê bi dest bixe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu