IraqNûçeRojhilatanavin

Berteka wezareta karên derve ya Iraqê li ser gotinên vê dawiyê yên Erdoxên

Wezareta karên deve ya Iraqê ragihand ku şerê Mûsilê li dijî têrorîstên DAIŞ`ê dê bêyî hebûna hêzên tirk be.

Li gorî rapora IRNA`yê, wezareta karên derve ya Iraqê îro anku duşemiyê bi daxûyaniyekê li bara gotinên vê dawiyê yên Erdoxanê serokomarê Tirkiyê ku idiaya beşdariya çekdarên welatî xwe li şerê azadkirina Mûsilê kiribû, ragihand ku li şerê azadkirina Mûsilê dê ti hewcetiyek bi beşdariya hêzên tirk tinebe.

Ev daxûyaniya visa didome ku gotinên Erdoxên li bara şerê Mûsilê wek destwerdanan eşkere li karên navxweyî yên Iraqê û berçavnegirtina xala peywendiyên duyalî dizne.

Wezareta karên derve ya Iraqê her viha ragihandiye ku eger niyeta dewleta Tirkiyê baş e û dixwaze rastbêjiya xwe li warê şerê dijî têrorîsmê nîşan bide, divê ji hewildanên dewleta Iraqê li şerê dijî têrorîsmê piştgiriyê bike.

Erdoxanê serokomarê Tirkiyê berovajî daxwaza dewleta Iraqê ragihandiye ku hêzên wî welatî dê beşdarî opêrasiyona azadkirina Mûsilê bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu