LubnanNûçeRojhilatanavin

Berteka wezîrê karên derve yê Libnanê li hember mudaxileyên Erebistanê

Wezîrê karên derve yê Libnanê, li berteka li hember mudaxilyên Rejîma Alê Siûd li karûbarên wê, ragihand: Mafê tu kesî nîne ku rayedarên Libnanê dayne sar kar yan wan ji ser karên wan rake.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya al mayadin`ê, Cebran Basîl, wezîrê karên derve yê Libnanê, roja îniyê destnîşan kir: Eva xelkê Libnanê ye ku li ser mayîn yan çûyîna rayedarên welatê xwe biryarê dide û mafê kesên din tuneye ku kivş bikin kîjan berpirs li dewleta Libnanê hebe û kîjan tunebe.

Wezîrê karên derve yê Libnanê bal kişand ser vê yekê ku îro rojê hinek li dinyayê bi dû kawilkirinê ne û qet di fikra avedankirinê d nînin û destnîşan kir: Sedema mixabiniyê ye ku ew şanaziyê dikin ku rêberên gelan têk herin.

Cebran Basîl, got: Libnanê di warê kivşkirina serokomar û serokwezîr de, bihayeka giran dane.

Sed Herîrî, roja şemiyê li daxuyaniyekê ku li Riyazê ew xwend, dest ji posta xwe ya serokwezîrtiyê berda.

Gelek kes ser vê bawerê ne ku îstîfaya Herîrî, bi zora Erebistanê û bi armanca derbelêdana li Hizbulahê li nav û derveyî Libnanê cih hatiye.

Başa dön tuşu