CîhanNûçeRojhilatanavin

Bertekên cîhanê li hemberî qedexetiya çûyîna misilman û koçberan bo Amerîkayê

Qedexetiya çûyîna koçber û misilmanan bo Amerîkayê pêleke itirazê li cîhanê bi rê xistiye.

Li gorî rapora IRNA`yê, sazî û rêxistinên navneteweyî biryara Donald Trump swerokomarê Amerîkayê li warê bisînorkirina hatina hin koçbr û misilmanan bo axa Amerîkayê nijadperestî û dijî mirovahiyê dane zanîn.

Çend saziyên amerîkî yên parêzvana Mafên Mirovan ji wan `Navenda Hiqûqî ya Koçberiya Neteweyî` û `Yekîtiya Azadiyên Medenî yên Amerîkayê` ji ber siyasetên koçberiyê yên Trump, li dijî wî û Can Klêy wezîrê ewlehiya navxweyî yê Amerîkayê doz vekirin.

Li vî halî lêkolîner û mamsoteyên zanîngehên Amerîkayê jî bi wajokirina daxûyaniyekê ragihandin ku fermana cihanînê ya Trump li bara koçberan derbeke giran li berborî û xweşnaviya zanîngehî ya Amerîkayê dêxe.

Saziya Çavdêra Mafên Mirovan jî bi daxûyaniyekê ragihand: Amerîka di serdema dijwar da ku hejmara penaxwazan li seranserî cîhanê zêde bûye û awareyên ji ber şêrr zêdetir ji berê hewcedara alîkariyê ne, berpirsiayriya xwe cih naynin.

Saziya Navneteweyiya Koçberiyê û Komîsaryaya Bilind a Penaxwazan ya ser bi Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bi daxûyaniyeke hevpar bi rexneya ji fermana Trump xwestin ku reftara bi penaxwazan ra `Bêyî berçavgirtina ol, netewe an nijada wan` beranber be.

Donald TYrump serokomarê teze yê Amerîkayê êvara îniyê bi îdiaya têkoşîna li hemberî têrorîsmê fermana danîna gellek sînor û berbendan li ser riya penaxwaz û penaberan ji welatên îslamî ji wan Îran,, Iraq, Sûdan, Somalî, Lîbî, Sûriye û Yemenê bo axa Amerîkayê wajo kir ku tûşî rexneya tund a welatên cîhanê ji wan welatên ewropî û NY bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu