NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriyê qebûl kiriye li muzakirên aşitiyê ya Sûriyê li Qezaqistanê beşdar bibe

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Dewleta vî welatî qebûl kiriye li muzakirên aşitiyê ya Sûriyê li Astana paytexta Qezaqistanê beşdar bibe.

Feysel Miqdad alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê îro pênşemê her wiha got: Dewleta  Sûriyê micid e bi mekanîzmekê rê li ber  kuştina xelkê bêguneh li Sûriyê bigire.

Konseya ewlehiyê ya NY şemiyê şevê bi pejirandina biryarnama  pêşniyarkirî ya Rûsiya û Tirkiyê jibo damezrandina agirbesê li Sûriyê piştgirî da rawestandina  pevçûnan, lezgînkirina  gihandina alîkariyê bo xelkê ziyandîtî ji ber şêr li navçên curbicur ên Sûriyê û her wiha  muzakirên  pêşerojê li Astana  paytexta  Qezaqistanê li bara Sûriyê

Li gorî  vê biryarnamê, agirbes serasnerê axa  Sûriyê xêncî du grûpên terorîstî yên bereya el-Nusre û DAIŞê digre ber xwe .

Piştî hevdîtin û gotûbêjên wezîrên  karên derve yên Îran, Rûsya û Tirkiyê li Moskowayê sê aliyan daxûyaniyek weşandin ku li gorî wê civîna  gotûbêjên dewletê û neyarên sûrî li meha Çillê li Astanê dê were lidarxistin. Grûpên  çekdar civîna  Astanê boykot kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu