IraqNûçeRojhilatanavin

Serokê Sazîya Heşdi Şeibî Falih Feyaz got: Tu timaha me ser deverên ku azad dikin, tineye

Serokê Sazîya Heşdi Şeibî ya Iraqê got: Hêzên Heşdi Şeibî tu wexta ji fermanên fermandarê gişt hêzên çekdar ên Iraqê derbas nebûne û tu timaha wan ser deverên ku azad dikin, tineye.

Serokê Sazîya Heşdi Şeibî Falih Feyaz got: Hêzên Heşdî Şeibî tu wexta fermanên Heyder Ebadî serokwezîr û fermandarê gişt hêzên çekdar ên Iraqê binpê nekirine û yê hemî erkên xwe ji wan erka herî dawîyê ango azadkirina Mûsilê cih bînin.

Feyaz herwiha ediland ku hêzên Heşdi Şeibî tu timaha wan li ser wan deverên ku azad dikin, tineye û piştî kutabûna opêrasyona azadkirina Mûsilê yê bizvirin bajarên xwe, ji ber ku qedera wan girêdayîyê qedera Iraqê va ye.

Başa dön tuşu