Hêzên berxweana Filistînê li zîvala Gazayê siba pêncşemiyê li bersiva êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîstî ser vê zîvalê, hejmarek ji bajarokên siyonîstî dan ber êrişên mûşekî.
Li gorî rapora IRNAyê, Hêzên berxwedana Filistînê, çend mûşek ber bi bajarokên siyonîstnişîn, ên Sedîrot û Eşkolê li erdên dagirbûyî avêtin.
Çavkaniyên herêmî raghandin ku zengilên xeterê li başûrê Filistîna dagirûyî hatine lêxistin.
Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî vê sibê, bakur û navenda zîvala Gazayê dabûn ber êrişên mûşekî.
Rejîam Siyonîstî ji Kanûna buhurî va dewra teze ya êrişên hewayî ser zîvala Gazayê xistine rojeva xwe.
Li encama êrişên Rejîma Siyonîstî ser zîvala Gazayê heya niha bi hezaran filsitînî şehîd an birîndar bûne.
Zîvala Gazayê ji sala 2006`an va bin dorpêça bejahî û deryayî ya Îsraîlê de ye û xelkê vê zîvalê rastî pirsgirêkên zav hatine.