FilistînNûçeRojhilatanavin

Berxwedana Filistînê bajarokên siyonîstnişîn da ber mûşekan / Heta niha 52 siyonîst hatine kuştin û birîndar bûne

Berxwedana Filistînê roja Duşemiyê û berbanga Sêşemiyê wek berteka li hemberî êrîşên artêşa Rêjîma Siyonîst, zêde ji 50 bajarokên siyonîstnişîn da ber êrîşên mûşekî.

Hin çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku Berxwedana Filistînê heta niha zêde ji 400 mûşek kewkî ser bajarokên siyonîstnişîn kirine.

Dengê Zengilên xeterê li tevahiya Filistîna dagirbûyî rabûye.

Siyonîst ji êrîşên mûşekî yên hêzên Berxwedana Filistînê ketine nav xuf û tirsê.

Çavkaniyên erebî yên nûçeyan ragihandine ku heta niha herîkêm 2 siyonîst ji ber êrîşên mûşekî yên Berxwedana Filistînê hatine kuştin û zêe ji 50 siyonîst jî birîndar bûne.

Êrîşa mûşekî ya Berxwedana Filistînê wek berteka li hemberî cinayetên 48 saetên bihurî yên siyonîstan li Zîvala Xeezyê pêk hatiye.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) vê dawiyê tevî pêgiriya lis er vê yekê ku mafê gelê Filistînê heye ku berevaniya ji xwe bikin, ragihand: Bersiva bombebaranê, bombebaran e.

Rêjîma Siyonîst ji yekşemiyê bi şev va dora nû y êrîşên xwe li ser Zîvala Xezeyê dest pê kiriye.

Başa dön tuşu