NûçeFilistînIraqLubnanRojhilatanavin

Berxwedana Iraqê: Eger Îsraîl êrişî Lubnanê bike, em ê li kêleka Hizbullahê şer bikin

Komên berxwedana islamî yên Iraqê ragihandin ku egera artêşa Rejîma Siyonîst êrişî ser ser vî welatî bike ew ji bo şerê li kêleka Hizbullaha Lubnanê amade ne.

Li gorî rapora medyaya Iraqê, Ketaib Hizbullah, Ketaib Seyîd El-Şehda û Tevgera El-Nuceba ya Iraqê ragihandin, ku eger Hizbullaha Lubnanê razî bibe, ew amade ne li kêleka Heşda Şeibî li dijî her êrişeke siyonîstan li dijî Lubnanê şer bikin.

Ketaib Hizbullah û tevgera El-Nuceba  ragiahndin ku eger berxwedana Lubnanê razî bibe, ji bo berbirûbûna her êrişeke muhtemel a rejîma Israîlê  ser Lubnanê amade ne. 

Kazim El-Fertosî Berdevkê Kataîba Seyîd El-Şehda ya Iraqê jî tekezî li ser wê yekê kir ku Hizbullaha Lubnanê xwedî îmkanên baş, alavên pêşketî, çekên bêmînak û hejmareke zêde ya şervanan e, ku bêyî berçavgirtina îmkanataê dijin jibo awestana li himber destdirêjiya herî mezin  têrê dikin.

Lê eger hebûna Mucahidên iraqî li başûrê Lubnanê pêwîst be, emê li bereya pêşiyê ya rawestana li himber êrişên Rejîma Siyonîst bin, ji ber ku ev mijareke îslamî û erebî ye ku  hemû taybetemndî û sînoran nagre ber xwe. 

Bir yanıt yazın

Başa dön tuşu