ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêzgirtina pişkdarên pêşbirkên navnetewî yên Quranê li Imam Xumêynî (RE)

Pişkdarên Sî û Şeşemîn Dewra Pêşbirkên navnetewî yên Quranê bi amadebûna li mezargeha Xîmdarê Komara Islamî ya Îranê imam Xumêynî (RE) rêz li wî girtin û ew bibîr anîn.

Quranxwen, hafiz, hekem û bijareyên quranî yên cîhana islamî îro di merasimekê digel berpirsên rêkxerê pêşbirkên navnetewî yên Quranê çûn seredana mezara Imam Xumêynî (RE) û rêz li wî girtin û li wir Quran xwendin.

Ligorî rismekê her sal mamoste, pişkdar û kargêrên pêşbirkên navnetewî yên Quranê piştî kutabûna van pêşbirkana diçîn hevdîtina rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî hezretê ayetullah Xaminêyî. Ew hevdîtina yê sibê li husêynîya Imam Xumêynî (RE) pêk were.

Sî û şeşemîn dewra Pêşbirkên Navnetewî yên Quranê 10`ê Nîsanê bi pişkdarîya nunerên 62 welatan li Têhranê destpê bû.

Pişkdarên vê dewra pêşbirkan di pişkên jinan, mezinan, xwendekaran, nabînayan û feqîyan di çiqên ezberkirin, xwendin û tertîlê de li nimêjgeha Imam Xumêynî (RE) a Têhranê û Medresa Dînî ya Imam Mûsa Kazim (S) a şarê Qumê li başûra Têhranê ketin rikeberîyê.

 Sî û şeşemîn dewra Pêşbirkên Navnetewî yên Quranê îro 14`ê Nîsanê li Têhranê bi dawî hatin.

Başa dön tuşu