ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê qedirgiran: Gelê Îranê xwe bi awayekî geş û bicoş nîşan da

Rêberê giranqedir ê Cihana islamî ya Îranê îro danê êvarê di yekemîn roja meha Ferverdîna sala 1396`ê (21 Adarê) da li tirba nûranî ya Îmam Riza (S) li bajarê Meşhedê bi gel re axivî.

Hezretê ayetulah Xaminêyî li koma bi hezaran zîyaretkirên tirba Îmam Riza (S) got: Di sala 1395`ê da tevî pirsgirêkên aborîyê, gelê Îranê ji du hêlan va xwe baş û bi awayekî geş nîşan da. Him ji hêla pêbendîya li meseleyên inqilabê, nirxên inqilabê û nizama islamî û him jî ji hêla pêbendîya li meseleyên dînî û bawerîyê.

Rêberê giranqedir ê inqilabê herwiha got: Îsal li gorî rapora bawerpêkirî û piştrast ku ji seranserî welêt di mehên Remezan, Muherem û Seferê û boneyên din ên dînî da hat raberkirinê, coş û geşatî, pişkdarî û girêdayîbûna gel li meseleyên îmanê ji her demekê zêdetir bû.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê herwiha got: Meseleya aborîyê meseleya ewlewîyet a welêt e. Netenê îsal belkî eva çend sal in ku ev meseleya di serê ewlewîyetên lezgîn ên welêt da ye. Pêwîstîya tevgera aborî bi şiklê durist û plankarîya durist di van çend salan da kifş e.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha got: Ez ji we re bêjim ku dijminên nezan û bêîman ên me bi salan e ku hewl didin gel ji nizama islamî cida bikin lê nekarîne û bi hêz û alîkarîya Xwedê yê ji vir pê ve jî nekaribin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu