IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê 20 sivîlên ku ferman bi cî neanî kuşt

Hat ragihandin, bi hinceta ku ‘fermanên wan bi cî neanîne’ DAIŞê 20 sivîl kuştine. Herwiha hat zanîn ku bi heman hincetê rêxistinê dest daniye ser zînetên jinan jî.

Serokê Komîteya Mafên Mirovan ê Meclîsa bajarê Nînowayê Gazwan Hamid ed-Dawidî got ku DAIŞê li taxa El Matahin a li rojavayê Mûsilê piraniya wan mêr 20 sivîl kuştine.

Dawidî da xuyakirin ku DAIŞ fişarê li ser şêniyên bajêr dike daku terka malên xwe bikin biçin herêmên rojavayê Mûsilê û kesên li dijî fermanê hatine jî bi gulereşandinê hatine kuştin.

Dawidî herwiha got, jinên ku fermanên wan bi cî neanîne jî dest danîne ser xişir û tiştên wan ên bi qîmet.

Serbazê Iraqê yê polîsên federalî Subhan Şevilî jî da xuyakirin ku 2 milîtanên DAIŞê yên hemwelatiyên Iraqê xwe radestî hêzên ewlekariyê kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu