ÎranNûçeRojhilatanavin

15ê Xordadê, Destpêka Bizava mezin a Îslamî ya gelê Îranê

Îro Sêşemî 15ê meha Xordada 1397an a Koça Rojî, beranberî 5ê Hezîrana sala 2018an hevçax e digel salvegera serhildana dîrokî ya Îmam Xumêynî (RE), di sala 1342an a Koça Rojî (1963) da.

Serhildana 15ê Xordada 1342an, (Hezîrana sala 1963an), xaleka girîng a werçerxanê li dîroka Înqilaba Îslamî û destpêka bizava îslamî ya gelê Îranê ye.

Pêncî û pênc salan beriya niya kirayrên rêjîma Şah û Amerîkayê ji bo jinavbirina îslamê û talankirina Îranê, bû sebeb ku Îmam Xumêynî (RE) bi daxûyanî û axaftinên girîng, nexşe û pîlanên an ên şûm û kirêt aşkira bike.

Ev meş û tevgera dîrokî, destpêka rûbirûbûna bizava îslamî li hemberî hikûmeta zorbêj a Rêjîma Pehlewî bû û rewşeka guncan û munasib ji bo pêkhatina bingehên fikrî, siyasî û civakî yên Înqilaba îslamî dabîn kir.

Bizava Îmam Xumêynî (RE) ji sala 1963an va dest pê bû û di sala 1979an da Înqilaba Îslamî ya îranê bi ser ket û teqez serhildana 15ê Xordadê, roleka girîng li serketina vê bizava îslamî hebû ku nayê înkarkirin.

Tevî zextên hêzên ewlehiyê yên Rêjîma pehlewî û girtina pêşiya axaftina rûhaniyan di meha Muheremê da lderbarê cinayetên Rêjîma Israîlê û xeterên ku li dijî îslamê hebûn, Îmam Xumêynî (RE) ku nîşan dabû li têkoşîna dijî zorbêjî û istibdadê qahîm e, di roja 13ê Xordada 1342an da axaftineka bicoş û qahîm li dijî Rêjîam Pehlewî hilêxist.

Piştî gotinên hezretê Îmam Xumêynî (RE), hêzên ewlehiyê ew girtin û zindanî kirin, lê girtina Îmam Xumêynî (RE) û gihîştina vê nûçeyê bo gel bû sebeb ku serhildana gelanî û berfireh li dijî Rêjîma Pehlewî di roja 15ê Xordada 1342an da pêk were.

Hêzên ewlehiyê yên Rêjîma Pehlewî ji bo pêkanîna tirsa zêdetir li dilê gel, derketin meydanê û hewil dan ku bi tundî serhildanê serkut bikin, lê serhildana 15ê Xordadê li bajarên din ên Îranê jî bi rê ket û hejmarek azêde ya xelkê li xwenîşandanê şehîd bûn.

Başa dön tuşu