ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Berxwedana Yemenê çeper û pêgehên kirêgirtiyên Siûdî kirin hedef

Yekîneyên mûşekî û topxanê ya artêş û Komîteyên Berxwedana Gel yên vî welatî şeva borî di encama operasiyoneke hevpar de çeper û pêgehên kirêgirtiyên Siûdî li Devera Nehem a parêzgeha Senay a Yemenê kirin hedef ku ji ber vê operasiyonê xisarên giran gihêştin kirêgirtiyan û gelek ji wan hetin kuştin û birîndar bûn.

Di çarçova operasiyonên hêzên yemenî de alîkarê serokê Erkantiya Giştî ya hêzên çekdar ên Yemenê Elî El-Mûşkî vê dawiyê gotibû: Yemeniyan soz û peyman danîne ku nehêlin ti dagîrkerekî sax ji Yemenê derkeve. Hêjayî gotinê ye ku hêz û qaweta Aartêş û Komîteyên Berxwedana Gel yên Yemenê her diçe zêde dibe û vê yekê ji dagîrkerên Yemenê re fukar çêkiriye.

Başa dön tuşu