CîhanEwropaNûçe

Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmaya ku Trump şermezar dike qebûl kir

Meclisa Nûneran a Amerîkayê ji bo pêşnûmaya ku Serok Donald Trump ji ber twîtên wî yên “nîjadperest” ên 4 endamên jin ên Kongreyê dixe hedef, deng dan.

Di dengdayînê da pêşnûma bi 240 dengên “erê” û 187 dengên “na”yê va hat qebûlkirin.

Serok Trump roja yekşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê yê fermî daxuyanî dabû û endamên Kongreyê yên jin ên misilman Ilhan Omar û Rashida Tlaib jî di nav da ji bo Alexandria Ocasio-Cortez û Ayanna Pressleyê gotibû “endamên Kongreyê yên demokratên progresîf” û îdia kiribû ku ew bi eslê xwe penaber in û seba welatê wan jî wiha gotibû: “welatên herî xerab, herî dejenere bûyî û beredayî û tam felaket in. Ev jin çima naçin welatê xwe û welatê xwe yê xerab û bi sûcan va dorpêçkirî serast nakin? Paşê paşve vegerin û nîşanî me bidin ku çawa ye. Pêdiviya van deran bi we heye”.

Parvekirinên Trump li welêt rastî bertekan hatibû.

Başa dön tuşu