ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Caferî: Civînên Astanayê bi awayekî serkeftî bi rê ve çûn.

Nûnerê Sûriyeyê li civînên Astanayê Beşar Caferî ragihand ku bi xêra mazûnvaniya bêhempa a Kazakistana dost, amadekariyên baş ên aliyê rûsî û îranî û keda me ya zêde di civînan de, civînên Astanayê bi awayekî serkeftî bi rê ve çûn.

Piştî weşandina encamnameya dawî ya civînên Astanayê, Caferî derbarê civînan de axivî û got: “Em gotûbêjan bi erênî dinirxînin. Em dibînin ku hemû xebatên ji bo gel û hikûmeta Sûriyeyê tê kirin ta ku li dijî terorê têbikoşe, xebateke hêja ye û divê em spasiya wê bikin.”

Caferî wiha dewam kir: “Niha ji bo siberojê, em ê binerin bê encamname û beyana civînên Astanayê dê çawa werin sepandin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu