NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Ceferî: Alîkariya mirovheziyê bûye wek mehna zext û zora ser Şamê

Nûnerê dayim ê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî armanca civînên vê rêxistinê li bara alîkariyên mirovheziyê, zexta ser dewleta Sûriyê dan zanîn.

 Li gorî rapora roja îniyê ya kanala  El-Exbariyê, Beşar  El-Ceferî got ku her carê ku qirar bûye kiryarên  qaşo mirovheziyê zêde bibin ev çîroka hebûye ku bi zêdebûna vê opersyonê ji riya sînoran, hakimiyeta Sûriyê were binpêkirin û mijara giring hema eva ye.

Nûnerê dayim ê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî her wiha diyar kir: Yek ji paradoksên giring eva bû ku  bi taybet nûnerên Emerîka, Brîtanya û Fransayê bi awayekî balkêş û bêmînak beşeke  ji dûhatên  biryarnama 2165`an, yanê pişka têkildarî berfirehkirina operasyona qaşo mirovhzeiyê ji riya sînoran dixin rojevê.

El-Ceferî her wiha got eva li halekê ye ku  operasyona  qaşo alîkariyên  mirovheziyê ji riya sînoran tenê kêmtir ji sedî 5`ê alîkariyan digre ber xwe û sedî 95`ê alîkariyên mirovheziyê, dewleta Sûriyê raberî gelê welatê xwe dike.

Beşar Ceferî destnîşan kir ku bêguman li vê meselê bikaranîna sînoran bo qaçaxa çek û sîlehan bo terorîstan dewsa alîkariyên mirovhziyê bo gelê Sûriyê,  nayê berçavgirtin.

Başa dön tuşu