Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî roja çarşemiyê li civîna Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ku li bara Sûriyê hatibû lidarxistin, bal kişand ser vê yekê ku hevalbendiya bin fermandehiya Emerîkayê bi curekê tev geryaye ku îmkana bicihbûn û avakirina baregehê li Sûriyê dide endamên DAIŞê û destnîşan kir: “Bicihbûna hêzên emerîkî li Sûriyê, binpêkirina serweriya Sûriyê û li dijî rêziknameyên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye”.
Wî bal kişand ser vê yekê ku li raporên NY tu raporek ser dagirkirina hin beşên Sûriyê ji aliyê Emerîkayê û welatên din va tine û got: “Emerîkî her mîna êrişa ser Iraqê, her mehneyekê ji bo mayîna li Sûriyê bi kar tînin”.
Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser vê yekê ku Sûriye yekim goriyê sûçên endamên Konseya Ewlehiyê û qawetên mezin nîne û destnîşan kir: “Dema rê nedan Filistînê ku welatekî xweser hebe, dema êriş kirin ser Iraq û Lîbyayê û bûn sedema liv û tevegrên cîhadî û terorîzma navneteweyî, Gelo Konseya Ewlehiyê li kû bû?” (BANGÊ ÎSLÂMİ)