Beşar Ceferî: Axivtina ser encama civîna Astanê hîn zû ye
Beşar Ceferî diyar kir: mesela giring niha eva ye ku taxima Tirkiyê û taxima dijberên çekdar hîn li hev nekirine.
Beşar Ceferî diyar kir: Hevdîtinên dualî tev Rûsiye û Îranê bi armanca serketina civîna Astanê cih hatiye û lêzanînên ber destê taxima sûrî tev taxima rûsî û îranî jibo cihanîna amadekariyê bi başî hatiye hilkiolandin.
JI aliyê din ve Alêksander Laverntov serokê taxima Rûsiyê li civîna Astanê got : Li Astanê karûbar bi başî pêşde diçin, lê hin pirsgirêk hene ku em hêvî dikin îro çareser bibin. Wî destnîşan kir ev civîna dê destekê bide piştgiriya ji agirbesê û guhestina pêvajoya siyasî.
Civîna giştî ya muzakirên sûrî yên Astana 3 bi beşdariya nunerên dewleta Sûriyê û dijberên çekdar îro pênşemiyê li paytexta Qezaqistanê destpê bû. Li civîna Astana 3 ku bêyî beşdariya nûçegihanan tê lidarxistin, xêncî taximên sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyê rayedarên Welatên Qezaqistanê wek mazûvan, Urdin, Emerîka jî weke welatên çavdêr beşdar bûne.
Pêkanîna grûpa karî jibo behsa ser reşnivîsa qanûna bingehîn a nû ya Sûriyê ji wna mijaran in ku li civîna Astanê dikevin rojevê.
Civîna Astana 3 jî mîna du civînên berê ser mijara cihanîna agirbesa berfireh li Sûriyê û rêçarên wê tê li darxistin.
Agirbesa giştalî a niha li Sûriyê ji 31 Kanûna 2016an bi saya plankariya Îran, Rûsiye û Tirkiyê, sê welatên piştgirê muzakirên Astanê hat li darxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)