İslami Davet Kurdi Bange İslami

Beşar Ceferî: Axivtina ser encama civîna Astanê hîn zû ye

Beşar Ceferî diyar kir: mesela giring niha eva ye ku  taxima Tirkiyê û taxima  dijberên çekdar hîn li hev nekirine.

Beşar Ceferî diyar kir: Hevdîtinên dualî tev Rûsiye û Îranê bi armanca serketina civîna  Astanê cih hatiye û lêzanînên ber destê taxima sûrî tev taxima rûsî û îranî jibo cihanîna amadekariyê bi başî hatiye hilkiolandin.

JI aliyê din ve Alêksander Laverntov serokê taxima Rûsiyê li civîna Astanê got : Li Astanê karûbar bi başî pêşde diçin, lê hin pirsgirêk hene ku em hêvî dikin  îro çareser bibin. Wî destnîşan kir ev civîna dê destekê bide  piştgiriya ji agirbesê û guhestina pêvajoya siyasî.

Civîna giştî ya  muzakirên sûrî yên  Astana 3 bi beşdariya nunerên dewleta  Sûriyê û dijberên çekdar îro pênşemiyê li paytexta Qezaqistanê destpê bû. Li civîna  Astana 3 ku bêyî beşdariya nûçegihanan tê lidarxistin, xêncî taximên sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyê rayedarên   Welatên Qezaqistanê wek mazûvan, Urdin, Emerîka jî weke welatên çavdêr beşdar bûne.

Pêkanîna  grûpa karî jibo behsa ser reşnivîsa qanûna bingehîn a nû ya Sûriyê ji wna mijaran in ku li civîna Astanê dikevin rojevê.

Civîna Astana 3 jî mîna du civînên berê ser mijara cihanîna agirbesa berfireh li Sûriyê û rêçarên wê tê li darxistin.

Agirbesa  giştalî a niha li Sûriyê ji 31 Kanûna 2016an bi saya plankariya Îran, Rûsiye û Tirkiyê, sê welatên piştgirê muzakirên Astanê hat li darxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version