Beşar Ceferî Nûnerê Sûriyê li Rêxistiya Netewên Yekgirtî li gotinên xwe yên duşemê şev li civîna Konseya Ewlehiya vê saziyê ku bona lêkolîna ser biryarnama pêşniyarkirê ya welatên Niyozîlend, Spaniya û Misrê li bara agirbesa yek hefteyî li Helebê birê ket , Amerîka, Fransa û Ingilîzê wekî sê tifingdarên piştgîrên terorîzmê daye zanîn û got: Çawa ku ew dixwazin Sûriyê di bin kelefe û wêraniyên wê bikin bin axê, wisa jî lê digerin vê belayê bînin serê welatên wek Iraq, Yemen, Lîbya û Filistînê. lê bila Amerîka, Ingilîz û Fransa bizanin ku nifirên netewên cîhanê wê dîwana bike.
Ceferî destnîşan kir; Tirkiye, Qeter û Erebistan jî hem piştevaniya terorîstên nav axa Sûriyê dikin û hem jî pê derxistina daxûyaniyên curbicur û birêxistina civînên bi dû hev li piştevaniya ji terorîstan, karek kirine ku Rêxistiya Netewên Yekgirtî ji riya sereke ya xwe ku dabînkirina ewlehî û aşitiya cîhanî ye dûr bikeve û roja îro ev saziya bûye ciyê berevaniya hindek ji welatan ji terorîstên nav axa Sûriyê, piştevaniya ji terorîstan û rewaca terorîzmê li cîhanê.
Ceferî herwisa got: Dewama piştevaniya Amerîka, Ingilîz, Fransa, Tirkiye, Qeter û Erebistanê ji terorîstan, qet tu ciyekê bona ecêbmayînê nahêle ku terorîstên wekî Can ê ingilîzî, Ebûmere yê Fransî, Ebûhirêyreyê Amerîkî, Ebûmiqdadê Tirkiyeyî, Ebdullah El-Mehîseniyê Erebistanî, Ebû Ebdulrehmanê Kanadayî û dehan terorîstên din ji aliyê welatên hanê bibin namzedê standina xelata Nobêlê.
Wî bal kişande ser viya ku li nav Helebê terorîst ji xelkê sivîl wekî mertala mirovî istifade dikin û destnîşan kir; rizgarkirina nêzîkî sedhezar sivîlên Helebê ji wan rizgarkirina bi dehan hezar zarokên helebî bi destê artêşa Sûriyê ti caran di nav bernama welatên ku piştevaniya terorîstan dikin, nebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)