NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Ceferî: Tirkîyê 300 hezar têrorîst şandine Sûrîyê

Serokê desteya muyzakirekir a Sûrîyê li gotûbêjên aştîya Sûrîyê li Jênêvê got: Tirkîyê 300 hezar têrorîst jibo kavilkirina Sûrîyê û kuştina gelê vî welatî şandine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Beşar Ceferî li salona muzakiran li Cênêvê nexwest destê xwe bide destê dîplomatekî Tirkîyê û pişta xwe pê kir.

Dîplomatek Tirkîyê jibo silavdayîn û gotûbêjê nêzîkî Beşar Ceferî bibû lê Ceiferî pişta xwe daye.

Beşar Ceferî di bersiva pirsa nûçegihanekî li bara hegera vî karê xwe got: Tirkîyê 300 hezar têrorîstên mirovkuj şandine Sûrîyê, têrorîstên hanê Sûrîye wêran kirin, agir berdan gund û bajaran, malbatên sûrî şewitandin.

Beşar Ceferî herwiha got: Artêşa Tirkîyê jî serwerîya Sûrîyê binpê kirîye û ketîye axa me û hin beşên wê dagir kirine û ji ber vê yekê ez silavê nadim tu dîplomatekî tirk.

Nunerê dayimî yê Sûrîyê li NY herwiha got: Tirkîye sebebkarê cinayetê û şandina têrorîstên tekfîrî ji axa xwe bo nav axa Sûrîyê bûye û Enqere çavkanîya êşên gelê Sûrîyê ye.

Ceferî herwiha got: Kiryarên Tirkîyê bûne sedema kavilbûna Sûrîyê û hegera van cinayetana kîna Tirkîyê li hemberî gelê bêazar ê Sûrîyê ye ku di nava aramî û ewelhîyê da dijîyan.

Wî got: Tirkîyê dijberên tekfîrî li Istenbolê bicih kirine û niha jî berdêla şaşitîyên xwe li hemberî gelê Sûrîyê dide û têrorîst piştî perwerdebûna bi destê Tirkîyê,niha berbûne canê vî welatî xwe û berpirsên Tirkîyê jî nikarin wan kontrol bikin.

Ceferî l idawîyê got: Kiryarên têrorîstan li Enqerê û bajarên din ên Tirkîyê nîşana şaşitîyeke mezin in, şaşitîya perwerdekirina têrorîstên tekfîrî û şandina wan ber bi Sûrîyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu