NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Ceferî: Tirkiye derheq kîmyabarankirina Helebê berpirs e

Serokê Şanda Sûriyê ji bo Astana 11, Beşar Ceiferî ragihand, Tirkiyê rêkeftina Astana 4 û Sotçî bin pê dike û alîkariya grûpên çekdarên Îdlibê dike û dibêje ew Tirkiyê weke gomanbara sereke ya êrîşa vê dawiyê ya kîmiyayî ya Helebê ye.

Îro ji bo duyem roj, dewra11`an a danûstandinên Astana di navbera hikûmet û opozisyona Sûriyê de bi rê ve çû.

Di civînên dewra 11`an a danûstandinên Astanayê de  Serokê Şanda Sûriyê Beşar Ceiferî axivî û ragihand ku derfeteke li hember Tirkiyê heye ku wan rêkeftinan cîbicî bike û grûpên çekdar ên li Îdlibê 20 kîlomteran ji sînûrê parêzgehên derdora Îdlibê ber bi rojavava ve dûr bixe.

Beşar Ceiferî wiha got: “Ez li ser wê yekê jî axvîm ku Tirkye rêzê li erkên xwe nagire li gorî rêkeftina Astana 4 û li gorî rêkeftina Soçî min gelek mînak anîn ku rêzê li erkên xwe nagire. Herwiha min zelal kir ku êrîşa vê dawiyê ya kîmyayî ya li ser Helebê metrisîdar e, divê em hemû li ser rawestin, ji ber ku nabe ew gropên terorîst çekên kîmyayî bikar bînin û welatên pişta wan digirin lampa kes nîşan bidin.”

 

Ceiferî ev pirs jî kir ku çawa dibe çêkên kîmyayî dikevin destê çekdarên li Îdlibê ne û wiha got: “Kê rê daye çekên kîmayayî li Helebê li dijî xelkê sivîl bê bikaranîn? Me gotiye û em dibêjin û em ê bêjin jî û her kes jî dizane em behsa kî dikin. Tirkiye yekem gomanbarê vê mijarê ye.”

Ceiferî rewşa Îdlib û Helebê metirsîdar wesif kir û got: “Derfetek demkî li pêşiya desthilatdariya Tirkiyê heye ku rêkeftina Soçiyê cîbicih bike û terorîstan bi kurahiya 20 kilometreyan ji Îdlibê dûr bie.”

Başa dön tuşu