ÎranNûçeRojhilatanavin

Beşar El-Ceferî: Welatên rojavayî hewl didan ku navê terorîstan li biryarnameya agirbesa Sûriyê neyê

Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, got ku endamên rojavayî yên Konseya Ewlehiyê viyan û îradeya ji bo rawestana li ber terorîzmê tine ne û got: Wan sê rojan bi nûnerên Rûsiyê û Sûriyê li vê rêxistinê muzakire kirin ku navê DAIŞ û El-Nusreyê ji biryarnama agirbseê derxînin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Beşar El-Ceferî, roja çarşemiyê piştî civîna Konseya Ewlehiyê li  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo hilkolandina  rewşa Xûteya rojhilata  Sûriyê û rapora du  alîkarên  Sekreterê giştî yê  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li bara rewşa însanî ya welatê hanê di nava koma nûçegîhanan de got: Ger ji bo rawestana li ber terorîzmê li gorî biryaranmeya Konseya Ewlehiyê, berpirsiaiyeka cidî  rastîn heba, welatên rojavayê  navê DAIŞ û El-Nusreyê û komên din ên terorîstî ji birayrnameyê cida nedikirin  û ji bo danîna navên wan sê rojan dem derbas nedikriin.

Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî di hemen dmê de destnîşan kir, divê  ku canê hemî mirovan  li Sûriyê giring be, ne ku hin kesên taybet.

Wî got ku dewleta  Sûriyê berpirsiyar e ku bi terorîstan re şêr bike û welatiyên  vî welatî li hember wan biparzêe.

Beşar El-Ceferî,  Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku kutabûna  şêr li Sûriyê hewceyî bi  rawestandina  tama  şandina çekan û alîakriyan bo komên terorîstî heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu