Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, got ku endamên rojavayî yên Konseya Ewlehiyê viyan û îradeya ji bo rawestana li ber terorîzmê tine ne û got: Wan sê rojan bi nûnerên Rûsiyê û Sûriyê li vê rêxistinê muzakire kirin ku navê DAIŞ û El-Nusreyê ji biryarnama agirbseê derxînin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Beşar El-Ceferî, roja çarşemiyê piştî civîna Konseya Ewlehiyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo hilkolandina rewşa Xûteya rojhilata Sûriyê û rapora du alîkarên Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li bara rewşa însanî ya welatê hanê di nava koma nûçegîhanan de got: Ger ji bo rawestana li ber terorîzmê li gorî biryaranmeya Konseya Ewlehiyê, berpirsiaiyeka cidî rastîn heba, welatên rojavayê navê DAIŞ û El-Nusreyê û komên din ên terorîstî ji birayrnameyê cida nedikirin û ji bo danîna navên wan sê rojan dem derbas nedikriin.
Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî di hemen dmê de destnîşan kir, divê ku canê hemî mirovan li Sûriyê giring be, ne ku hin kesên taybet.
Wî got ku dewleta Sûriyê berpirsiyar e ku bi terorîstan re şêr bike û welatiyên vî welatî li hember wan biparzêe.
Beşar El-Ceferî, Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku kutabûna şêr li Sûriyê hewceyî bi rawestandina tama şandina çekan û alîakriyan bo komên terorîstî heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)