NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Esad: Em amadene hertiştî gotûbêj bikin

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragehand, hikûmeta welatê wî amade ye li ser her tiştekî di danûstandinên Astana de gutûbêj bike, lê ew nizanin kî dê nûneratiya opozîsyonê bike.

Serokê Sûriyê Beşar Esed ji ajansên Fransî re ragihand, agirbesta ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de bo Sûriyê berî danûstandinê Astanayê de hatiye ragihandin, tê binpêkirin. Herwiha Esed got, rola artêşa Sûriyê ew e navçeyên li derdora Şamê û jêderên avê ji çekdarên opozîsyonê bistîne û kontrol bike.

Li ser pirsa, hikûmet amadeye di danûstandinan de li ser rewşa Esed di desthilatê gotûbêj bike, Esed got: “Li ser erk mana min bi destûrê ve girêdayî ye. Destûr jî derbarê mîkanîzma gihêştina serok bo desthilê yan çûna wî ji desthilatê de zelal e. Heger ewên dixwazin li ser erk mayîna min gotûbêj bikin, bila bi destûrê gotûbêjê bikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu