NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Esad: “Hebûna hêzên Amerîka, Fransa û Brîtanya piştevaniya terorê dikin

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand ku tenê Artêşa Sûriyê şerê li dij terorê dike û ew dê her bosta axa welatê xwe vegerînin bin desthilatdariya rêveberiya Şamê.

Beşar Esad di hevpeyvîna xwe de bi kovara brîtanî ya Mail on Sunday re diyar kir, aliyê sereke yê ku li Sûriyê şerê li dij terorê dike Artêşa Sûriyê ye ku Rûsya û Îran piştevaniya wê dike.

Esed da zanîn: “Hebûna hêzên Amerîka û Brîtanya li Sûriyê nerewa ye û Amerîka, Fransa û Brîtanya piştevaniya terorê dikin û vê yekê hêşt ku krîza Sûriyê dirêj bibe.”

Serokê Sûriyê destnîşan kir ku beriya salekê wê krîza li Sûriyê were çareserkirin.

Esad li ser hişyariyên Amerîkayê yên bo Artêşa Sûriyê ku dibêje, nabe êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bikin jî got: “Em gelek giringiyê nadin wan gef û daxuyaniyan û em ê tevahiya xaka Sûriyê vegerînin bin desthilata xwe, ji ber ku ev erkekî niştimanî yê Sûriyê ye.”

Başa dön tuşu