Serokomarê Sûriyê li hevdîtina alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Alûgorên navçê û navneteweyî, rastbûna siyasetên Şamê ji destpêka şerê li dijî Sûriyê îsbat dike.
Li gorî rapora IRNA`yê, serokkomarê Sûriyê berêvariya roja çarşemiyê li hevdîtina Huseyn Cabiriyê Ensarî, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li Şamê got: Hin ji welatên navçê û rojavayê hewl dan ku berjewendiyên xwe ji riya berfirehkirina aloziyê û lihevxistina istiqrara navça Rojhilata Navîn dabîn bikin bêyî ku encamên diltezîn ên van siyasetana berçav bigrin.
Esed her wiha diyar kir: Serketinên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wan li meydana şêr û helwestên Şamê û welatên hevpeymanên wan û di serî de Îran li warê siyasî, tenê nebûye sedema işkestên berdewam ên komên terorîstî belkî qahîmkirina qanûnên navneteweyî û mafê welatan li berevaniya ji hakimiyet û serbixwetî û yekperçetiya erdê wan û girtina pêşiya mudaxileyên biyanî hebûye.
Husen Cabiriyê Ensarî jî li vê hevdîtinê tekez kir: Berxwedana Sûriyê û serketinên li dû hev li şerê li hember terorîzmê û vegerandina ewlehiyê bo hemî navçan û bajarên vî welatî, ne tenê serketina gelê Sûriyê belkî serketina gelê Îranê û hemî van gelan e ku bawerî bi mafê xwe jibo berevaniya ji welêt û serbixwetiya xwe hene.
Beşar Esed û Huseyn Cabiriyê Ensarî her wiha li vê hevdîtinê ser giringiya dewama hevkariya Sûriyê û Îranê bitaybet li warê rawestana li ber terorîzmê û hewldanên cihhatî jibo peydakirina rêçareyên serketî jibo qeyranên navçeyê teqez kirin. Cabiriyê Ensarî duh jî sefera Rûsiyê kir û tev rayedarên vî welatî hevdîtin û gotûbêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)