NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Esed: “Hevalbendiya amerîkî piştevanê DAIŞê ye“

Serokkomarê Sûriyê got: “Hevalbendiya xwedêbergiravî navnetewî ya dijî DAIŞ`ê bi rêberiya Amerîkayê piştevanê terorîstên DAIŞ ê dike“.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alam`ê, Beşar Esed Serokkomarê Sûriyê li hevdîtina tev Husên Cabiriyê Ensarî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li karûbarên siyasî got: “Hedefa hevalbendiya navnetewî ya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê bi rêberiya Amerîka tenê alîkarî gihandina bi terorîstan e“.

Esed bal kişande ser viya ku xelkê Qûteya Rojhilatî dixwazin ji bin destê terorîstan azad bibin got: “Artêşa Sûriyê jî bona azadkirina vê navçê ji destê terorîstan dê dewamê bide operasiyona xwe“.

Beşar Esed bal kişande ser viya ku tu dijayetiyek bi agirbesê û operasiyona dijî terorîstan tune got: Operasiyona artêşa Sûriyê li Qûteya Rojhilatî dewama şerê dijî terorîstan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu