NûçeRojhilatanavinSûriye
Beşar Esed: Hevalên Şamê dê jibo avedankirina Sûriyê hevkariyê bikin
Serokkomarê Sûriyê tekez kir: Welatên ku li kêleka gelê Sûriyê li hember terorîzmê sekinîn dê li pêvajoya avednakirina Sûriyê beşdariyê bikin.
Li gorî rapora SANA Newsê, Beşar Esed serokkomarê Sûriyê roja duşemiyê li hevdîtina taxima berpirsên aborî û hejmarek ji rêveber û nunerên şîrketên mezin ên Sûriyê li Şamê, serketinên artêşa Sûriyê hasila alîkariya hevalên Şamê da zanîn û got: Ewlehiya ku li encama van serketinan pêk tê, rê jibo geriyana çerxa aboriya Sûriyê xweş dike.
Beşar Esed her wiha got: Ev ewlehiya , dê rewşê jibo alugureke aborî xweş bike û dê pêvajoya avedankirinê li Sûriyê destpê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)