ÎranLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Esed: Îran bixwaze dikare binkeyên leşkerî li Sûriyê ava bike

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtinekê ligel kenala “Alalam” a Îranî de li ser hebûna hêzên Îranî li Sûriyê got, heger Îran bixwaze wek Rûsyayê binkeyên xwe yên leşkerî li ser axa Sûriyê ava bike, ewê razî bibin, lê hebûna Îranê li Sûriyê niha di çarçova şerê li dijî terorê de ye.

Derbarê hebûna Hizbulaha Lubnanî li ser xaka Sûriyê de jî got, şerê li Sûriyê berdewam e û Hizbulaha Lubnanî hêzeke sereke ye  di wî şerî de. Heger Sûriyê jê nexwaze, ti aliyek nikare wê hêzê ji Sûriyê derxe.

Beşar Esed aşkere kir: “Komên berxwedanê ji Lubnan û Iraqê hatine Sûriyê û berevaniyê di ber xaka Sûriyê de dikin. Spasî, rêz û hezkirina min ji her çekdarekî wan ê şehîd û birîndar re hene.”

Li ser kontrol kirina xaka Sûriyê got: “Me ji destpêkê ve biryar daye emê tevahiya xaka Sûriyê rizgar bikin. Kengî biçin bakur, başûr, rojava û rojhilat, ev pirseke leşkerî ye. Lê niha me berê xwe daye başûrê Sûriyê û em rê didin proseya siyasî, heger biser neket, bi rêya hêz ve emê rizgar bikin.”

Başa dön tuşu