Serokê Komara Sûriyê, bi şandina peyamên cida, ji ber koça dawiyê ya ayetullah Haşimî Refsencanî, serokê Civaka Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îslamî ya Îranê, sersaxî dan hezretê ayetulah Xamineyî, rêberê giranqesr ê Înqilaba Îslamî û Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê.
Li gorî rapora Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA): Di pişkek ji peyama sersaxiyê ya Bişar Esed, serokkomarê Sûriyê bo rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, hatiye: Ayetullah Haşimî Refsencanî, bi salan bi destê endamên saziya Ewlehiyê ya şahê Îranê ve hate girtin û îşkence bû û bi hevalên xwe re jibo serketina Înqilaba Îslamiya Îranê û berevaniya ji ramanên ku xêr û berjewendiyên Îranê di wan de didît, hewl da.
Di eynî demê de, li peyama sersaxiyê ya serokomarê Sûriyê bo Hesen Ruhanî, jî hatiye: Ayetullah Haşimî Refsencanî, wek kesekî tê nasîn ku jibo serbilindî û azadiya gelê Îranê pirr hewl da û hertim li ser dostanî û yekbûnê pêgîrî dikir û piştrast kir ku li hember welat û gellê xwe ramên xwe yên azad û vîna wekî hasinan heye.
ayetullah Ekber Haşimî Refsencanî, serokê Civaka Kifşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê, yekşemiyê bi şev ji ber nexweşiya dil, li nexweşxaneya Şohedayê Tecrîşê ya Têhranê emrê Xwedê kir.
Îro wê rêûrisma sersaxî û binaxkirina ayetullah Haşimî Refsencanî bi amadebûna rêberê giranqedr ê Înqilabê û gelê misilman ê Îranê li bargeha pîroz a Îmam Xûmeynî (re) were li darxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)