Beşar Esed ser zêdekirina hevkariyên aborî bi Îranê re sekinî
Serokkomarê Sûriyê li hevdîtina bi wezîrê rê û çêkrina bajaran ê Komara Îslamî ya Îranê ser pêwîstiya zêdekirina hevkariyên aborî navbera Şam û Têhranê teqez kir.
Beşar Esed roja îniyê li hevdîtina Ebas Axûndî, wezîrê rê û çêkrina bajaran ê Komara Îslamî ya Îranê li Şamê destnîşan kir: Zêdekirina hevkariya aborî navbera Sûriyê û Îranê yek ji riyên herî giring ên berxwedanê li hember planên rojavayî ye ku boykot û kiryarên aboriya bi zorê wek amûrekê ji bo dorpêçkirina gelan û zexta ser wan û qebûlkirina siyasetên serdestîxwaziyê yên rojava bikar tînin.
Ebas Axûndî li vê hevdîtinê destkewtên giring ên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê ji bo rawestana li ber terorîzmê pîroz kir û ser dewama piştgiriya Têhranê ji Şamê li warên curbicur teqez kir.
Wezîrê rê û çêkrina bajaran ê Komara Îslamî ya Îranê her wiha raghand ku Îran amade ye li pêvajoya avedankirina Sûriyê hevkariyê bike.
Beşar Esed û Ebas Axûndî her wiha li vê hevdîtinê li bara peywendiyên bi biratî yên Sûriyê û Îranê bi taybet li warê peywendiyên aborî û hez û meyla her du welatan ji bo qahêmkirina van peywendiyan û gîhandina wê bo asta hevkariya stratejîk li warên siyasî û eskerî gotûbêj kir.
Wezîrê rê û çêkrina bajaran ê Komara Îslamî ya Îranê siba pêncşemiyê bi taximekê re ji bo hevkariyên aborî navbera Îran û Sûriyê gihêşt Şamê. Wî heya niha bi serokwezîr û wezîrên aborî, mesken û veghestina Sûriyê re hevdîtin û gotûbêj kiriye.