AborîÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Esed ser zêdekirina hevkariyên aborî bi Îranê re sekinî

Serokkomarê Sûriyê li hevdîtina bi wezîrê rê û çêkrina bajaran ê Komara Îslamî ya Îranê ser pêwîstiya zêdekirina hevkariyên aborî navbera Şam û Têhranê teqez kir.

 Beşar Esed roja îniyê li hevdîtina  Ebas Axûndî, wezîrê rê û çêkrina bajaran ê Komara Îslamî ya Îranê li Şamê destnîşan kir: Zêdekirina  hevkariya aborî navbera Sûriyê û Îranê yek ji riyên  herî giring  ên berxwedanê li hember planên  rojavayî ye ku boykot û kiryarên aboriya  bi zorê wek amûrekê ji bo dorpêçkirina  gelan û zexta ser wan û qebûlkirina  siyasetên  serdestîxwaziyê yên rojava  bikar tînin.

Ebas Axûndî li vê hevdîtinê destkewtên giring ên  artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê ji bo rawestana li ber terorîzmê pîroz kir û ser dewama piştgiriya Têhranê ji Şamê li warên  curbicur  teqez kir.

Wezîrê rê û çêkrina bajaran ê Komara Îslamî ya Îranê her wiha raghand ku Îran amade ye li pêvajoya avedankirina  Sûriyê hevkariyê bike.

Beşar Esed û Ebas Axûndî her wiha li vê hevdîtinê li bara peywendiyên  bi biratî yên Sûriyê û Îranê bi taybet li warê peywendiyên  aborî û hez û meyla her du welatan ji bo qahêmkirina  van peywendiyan û gîhandina  wê bo asta  hevkariya stratejîk li warên  siyasî û eskerî gotûbêj kir.

Wezîrê rê û çêkrina bajaran ê Komara Îslamî ya Îranê siba pêncşemiyê bi taximekê re ji bo hevkariyên  aborî navbera Îran û Sûriyê gihêşt Şamê. Wî heya niha bi serokwezîr û wezîrên aborî, mesken û veghestina  Sûriyê re hevdîtin û gotûbêj kiriye.

Başa dön tuşu