ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Ruhanî: Alîkariya Îranê bo Sûriyê ji bo şerrê dijî terorîsmê wê bidome

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, roja sêşemê li hevdîtina tev Hedye Xelef Ebas, seroka Meclisa Sûriyê li Têhranê, li ser parastina yekperçetiya axa vî welatî , yekgirtîbûn û yekperçetiya hemû welatên navçê ji wan Sûriyê wekî nirxeka bingehîn sekinî û got: Îran, wê alîkariya bo Sûriyê li çarçoveya şerrê dijî terorîsmê û bi cihkirina ewlehiya li navçê, bidomîne.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku guhertina sînorên welatên navçê tu carî ser xêr û kara navçê nîne û destnîşan kir: Roja îro şerrekî zalimane ji aliyê komên terorîst ve ku qet girêdaiyê nirxên exlaqî û mirovatiyê ninin, li ser xelkê Sûriyê hatiye sepandin û berxwedana wan a li rewşa dijwar a 5 salên vê dawiyê de li hember terorîsmê, hêjayî pesndayînê bûye.

Ruhanî mixabiniya xwe ji ber tûşîbûna hin welatên îslamî yên wekî Yemen, Iraq, Sûriye, Lîbya û Efxanistanê li pîlanên dijminan diyar kir û herwiha got: Ji bo welatên din tu riyek ji bilî alîkariya bo xelkê Sûriyê bona derxistina terorîstan ji welatê wan tuneye.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, hêvîdariya xwe diyar kir : Gotûbêjên di navbera dewleta Sûriyê û neyarên sûrî de ji bo gihîştina bi hevhatineka giştalî ku vîna gel û beşdariya hemû etnîk, qewm, eşîr û mezheban bigire ber xwe, her çi zûtirkê bigihîje encamê.

Seroka Meclisa Sûriyê, jî got: Peywendiyên di navbera Îran û Sûriyê de, dîrokî, dostane û bi biratî ne û Şam wê li çarçoveya berfirekirina peywendiyên giştalî bi Têhranê re, hewl bide.

Hedye Xelîf Ebas, qedrê piştgîriyên Îranê yên ji xelkê Sûriyê bona şerrê dijî terorîsmê girt û herwiha got: Tevî pîlana dijminan, Îran hertim piştgira mezin a gelê Sûriyê di hemû waran de bûye.

Seroka mMeclisa Sûriyê, destnîşan kir: Gelê Sûriyê tenê merceek e ku dikare li ser dahatiya vî welatî, biryarê bide û eger Amerîka bi dû alîkariya bo xelkê Sûriyê ye, divê bona sekinandina terorîsmê ku xeterek ji bo hemû cîhanê tê hesêb, hewl bide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu