IraqNûçeRojhilatanavin

Beşdariya besîca gelanî ya Iraqê li operasyona azadkirina Mûsilê

Fermandê hêzên besîca gelanî ya Iarqê got ku dê hêzên El-Heşdê El-Şebî li operasyona azadkirina bajarê Mûsilê li bakurê vî welatî ji destê DAIŞê beşdar bibin.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRIB Newsê, Hadî El-Amêrî, fermandê hêzên besîca gelanî ya Iraqê tekez kir ku hêzên besîca Gelanî ya Iarqê dê li azadkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê beşdariyê bikin herçend renge ev meseleya bi dilê hinekan nebe.

Fermandê hêzên besîca Gelanî ya Iraqê destnîşan kir ku tu kes nikare pêşiya hêzên gelanî jibo rawestana li ber DAIŞê li bajarên curbicur bigre, jiber ku Mûsil yek ji bajarên Iraqê ye û El-Heşdê El-Şebî bin fermandehiya giştî ya hêzên Çekdar ên Iraqê li azadkirina wê beşdariyê dike .

El-Amêrî destnîşan kir ku El-Heşdê El-Şebî ser vê bawerê ne ku dosiya Felûcê tam hatiye girêdanê û heya yek du rojên din mêhwera Amêriye-Felûcê heya Helabesê dê were azadkirin û hingî azadkirina tam a bajarê Felûcê dê cih were.Her wiha çavkaniyên iraqî ragihandin ku navça Hey El-Colanê li beşa bakurê bajarê Felûcê ku navenda eskerî ya herî dawiyê ya DAIŞê bû, êvara roja şemiyê hat azadkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu