IraqNûçeRojhilatanavin

Beşdariya hemî hêzên iraqî li azadkirina Mûsilê

Xalid  Ubeydî wezîrê berevaniyê yê Iraqê roja duşemiyê ragihand ku  operasyona  azadkirian Mûsilê dê bi zûtirkê destpê bibe û hewdengiyên  baş navbera fermandehiya  operasyona  parzêgeha  Neynewayê û Herêma Kurdistana Iarqê jibo azadkirina  Mûsilê cih hatiye û hêzên iraqî û fermandehiya  operasyona  Neynewayê li halê amadekariyê jibo destpêkirina operasyonê ne.

Wezîrê berevbaniyê yê Iraqê tekez kir hêzên iraqî li  girava Xalidiyê bi awayekî bihêz hizûra xwe hene û nahêîlin ku terorîst êrişî ser van navçana bikin. El-Ubeydî got  ku grûpa treorîstî ya DAIŞê hewl da ku  meqerên  hêzên iraqî li başûrê Mûsilê têk bişîkîne ku bi hewdengî û êrişên hewayî yên balefirên hevalbendiyê herîkêm 112 kes ji terorîstan hatin kuştin.

Ji aliyê din ve hêzên eşîreyên parêzgeha  Enbarê yên Iraqê êrişa grûpa  tekfîrî ya DAIŞê ser derbasgeha  Welîdê li sînorê Hevpar bi Sûriyê re û li rojava  bajarê Remadiyê bêencam kirin. Li encama van pevçûnan  terorîstan xisarên giran dîtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu