Beşdariya nûnerên 83 welatên cîhanê li 35 mîn dewra pêşbirkên quranî li Îranê
Serokê Rêxistina Ewqaf û karûbarên xêrxwaziyê ya Îranê diyar kir: 300 beşadr ji 83 welatên cîhanê li 35 mîn dewra pêşbirkên navneteweyî yên quranê li Komara Îslamî ya Îranê beşadr dibin.
Hucet ul îslam wel muslimîn Elî Muhemedî roja pênşemiyê li hevdîtina tev alim û merceyên pilebilind ên teqlîdê li Qumê li başûrê Têhranê got: “Ev pêşbirk ji 19 heya 26 Nîsanê tê li dar xistin“.
Serokê Rêxistina Ewqaf û karûbarên xêrxwaziyê yên Îranê bal kişand ser vê yekê ku ji sala 2017`an pênc dewreyên pêşbirkên navneteweyî yên Quranê li Îranê tê lidarxistin. Ev pêşbirk ya herî giring li asta cîhanê tê hesabê û diya pêşbirkên quranî ye.
Hucet ul îslam wel muslimîn Elî Muhemedî her wiha diyar kir: Pêşbirkên telebeyên cîhana Îslamê jî îsal bi beşadriya hin kesan ji 44 welatan û li rişteyên curbicur ên qiraet, jiberkirin û tefsîr û şiroveyê dê were lidarxistin.
Serokê Rêxistina Ewqaf û karûbarên xêrxwaziyê yên Îranê her wiah diyar kir: “Duwem dewra pêşbirkên navneteweyî yên jinên cîhana Îslamê li rişta jiberkirin û bi parastina hemî şert û pêdiviyên şer`î li Îranê tê lidarxistin“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)