ÎranNûçeRojhilatanavin

Beşdariya serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê li civîna medyayê Asiyayê li Çînê

Serokê Rxistina Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê hevrê bi bi taximekê re jibo beşdariya li 14 mîn civîna medyayê Asiyayê îro gihêşt Pikena paytexta Çînê.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, Ebdulelî Elî Eskerî li mersima  destpêbûna vê civînê,  dê wekî serokê civata giştî ya medyayê Asiyayê li salên 2017an  û 2018an  biaxive.

Elî Eskerî îro duşemiyê beriya ku here  bajarê Çîng Daoyê, yanê cihê lidarxistina  çardehemîn  civîna medyayê Asiyayê, tev wezîrê çapemenî, weşandin, radyo û fîlm û televîzyona Çînê,  hevdîtin pêk anî û li bara  berfirehkirina  peywendiyan, xalên hevpar ên  çandî yên du welatan û her wiha  berfirehkirina peywendiyên  medyayî navbera Îran û Çînê li Pikenê gotûbêjê bike.

Serokê Rxistina  Radyo û Televîzyona  Komara Îslamî ya Îranê her wiha  li kêleka vê civînê dê  bi rayedarên  medyayê yên hin  welatên beşdar jî bicive û ser mijarên hevpar gotûbêjê bike.

Seredana  beşên curbicure teknîkî, istudyo û arşîvên  dîjîtal ên televîzyoan dewletî ya Çînê(CCTV)seredana  bajaroka sînemayî ya  bi anv û deng û bipergal a Pikenê, seredana  kanala  neteweyî ya lêzanînan a Çînê û her wiha  kompaniya  TENCENTê wek yek ji kompaniyên  mezin ê înteretê yên çalak li warê Data Base, sêrwêr û sextamûr û nermamûr û her wiha fîlm û vîdyoyê li înternetê ji wna bernameyên  Elî Eskerî li sefera Çînê ne.

Çardehemîn  civîna  medyayê Asiyayê bi slogana  medya li  bereya pêşenga geşatiay cihanî bo mideha sê rojan li bajarê Çîng Daoyê ya Çînê dê were li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu