Serokê Rxistina Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê hevrê bi bi taximekê re jibo beşdariya li 14 mîn civîna medyayê Asiyayê îro gihêşt Pikena paytexta Çînê.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Ebdulelî Elî Eskerî li mersima destpêbûna vê civînê, dê wekî serokê civata giştî ya medyayê Asiyayê li salên 2017an û 2018an biaxive.
Elî Eskerî îro duşemiyê beriya ku here bajarê Çîng Daoyê, yanê cihê lidarxistina çardehemîn civîna medyayê Asiyayê, tev wezîrê çapemenî, weşandin, radyo û fîlm û televîzyona Çînê, hevdîtin pêk anî û li bara berfirehkirina peywendiyan, xalên hevpar ên çandî yên du welatan û her wiha berfirehkirina peywendiyên medyayî navbera Îran û Çînê li Pikenê gotûbêjê bike.
Serokê Rxistina Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê her wiha li kêleka vê civînê dê bi rayedarên medyayê yên hin welatên beşdar jî bicive û ser mijarên hevpar gotûbêjê bike.
Seredana beşên curbicure teknîkî, istudyo û arşîvên dîjîtal ên televîzyoan dewletî ya Çînê(CCTV)seredana bajaroka sînemayî ya bi anv û deng û bipergal a Pikenê, seredana kanala neteweyî ya lêzanînan a Çînê û her wiha kompaniya TENCENTê wek yek ji kompaniyên mezin ê înteretê yên çalak li warê Data Base, sêrwêr û sextamûr û nermamûr û her wiha fîlm û vîdyoyê li înternetê ji wna bernameyên Elî Eskerî li sefera Çînê ne.
Çardehemîn civîna medyayê Asiyayê bi slogana medya li bereya pêşenga geşatiay cihanî bo mideha sê rojan li bajarê Çîng Daoyê ya Çînê dê were li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)