NûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Esed: Sûrîye micid e ewlehî û istiqrarê bizvirîne welêt

Serokomarê Sûrîyê got, Sûrîye micid e ku ewlehî û istiqrarê bizvirîne welêt û hewldanên jibo aştîya netewî didomîne.

Li gorî rapora televîzyona Al-Mayadin a Libnanê, Bişar Esed serokomarê Sûrîyê îro di hevdîtina tev Maryo Zînarî sefîrê Vatîkanê li Şamê da got: Mayîna sefîrê Vatîkanê li Şamê, nîşan dide ku Pap gellekî bala xwe dide ser Sûrîyê.

Marîyo Zînarî jî di vê hevdîtinê da tevî radestkirina nameya Pop Firansîs rêberê katolîkên cehanê bo Bişar Esed pêkutî kir, divê her kes hewl bide şerê li Sûrîyê kuta bibe û aştî bizvire vî welatî ta ku ev welata wek berê mînakek jibo jîyana bihevra ya çand û mezhebên curbicur be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu